Serok Barzanî bi sanda Amerîkî re rewsa dawî nirxand û xwest hevpeymanî bimîne
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker û şanda ligel wî re civiya.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, îro roja pênçşemê 09.01.2010 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Schenker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk û şandeke ligel kir ku ji Steven Fagin Konsûlê Amerîka li Hewlêr û çend şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê û girjî û aloziyên vê dawiyê yên navçeyê hatin nirxandin.
Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk dûpat kir ku welatê wan pabende bi Iraq û Herêma Kurdistanê û xwazyarê wê ne ku proseya siyasî ya Iraqê bikeve ser rêyeke dirust û aramî vegere.
Serok Barzanî di civînê de ronahî xiste ser rola girîng a hevpeymanan ya li yek alîkirina şerê terorê û hişyariya wê jî da ku nemana hêzên hevpeymanan li navçeyê dê bibe sedema wê yekê ku careke din teror di bin navên cur bi cur de bihêz bibe.
Pleased to receive a @USAGov delegation headed by Assistant Secretary David Schenker where we discussed the recent developments and the significance of finding expeditious solutions. We also spoke of the ongoing protests in Iraq and the legitimacy of the protesters' grievances pic.twitter.com/ujOiNrUmJl
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) January 9, 2020
Herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û hengav û çareseriyên ji bo baştir kirina proseya siyasî ya Iraqê û bi cih gihandina daxwaziyên xwepêşanderên parêzgehên navend û Başûrê Iraqê mijareke din a civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin