Sandeke Kurdistanê li ser rewsa navçeyên Kurdistanî bi Kazimî re civiya
PeyamaKurd – Bi mebesta amadekariyên ji bo hilbijartinê û girtina rêkarên ewlehiyê û bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.
Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Odeya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Telhet Ebdulxaliq ragihand: “Derbarê amadekariyên hilbijartinê û girtina rêkarên ewlehiyê û bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, roja 2yê Cotmehê şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi beşdariya rêveberên polîsên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê serdana Bexdayê kir.”
Lîwa Telhet Ebdulxaliq eşkere kir, li Encûmena Wezîran û bi amadebûna Mistefa Kazimî, civînek bi berpirsên ewlehî û leşkerî yên hemû parêzgehên Iraqê re hat girêdan.
Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge diyar kir: “Di civînê de ji me re Serokwezîrê Iraqê ragihand, wek Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe, hemû amadekarî ji bo rojên hilbijartinê kirine û hemû pêwîstî hatine dabînkirin.”
Telhet Ebdulxaliq got, di civînê de guftûgoyên zêdetir li ser proseya hilbijartinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin kirin û Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku, nabe ti hêzek binpêkirinan li wan navçeyan bikin.
Lîwa Telhet Ebdulxaliq da zanîn, çand tîmên ser bi Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan gihîştina parêzgehên Herêma Kurdistanê, ji ber wê her rêgirî û binpêkirinek dê neyê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin