Rojbeyanî: Divê berî hilbijartinên pêswext rewsa navçeyên Kurdistanî bê asayîkirin

13 June 2021 13:56 0 dîtin
Rojbeyanî: Divê berî hilbijartinên pêswext rewsa navçeyên Kurdistanî bê asayîkirin

PeyamaKurd - Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, lijneya wan ji bo guftûgokirina li ser rewşa dawî ya navçeyên Kurdistanî, wezîrê karûbarên Iraqê yê Herêma Kurdistanê û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê vexwendiye parlamentoyê.

Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî gotiye, “Lijneya me wezîrê Herêmê yê karûbarên Iraqê Xalîd Şiwanî û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa vexwand bo Parlamentoyê.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Ciwan Rojbeyanî eşkere kir: “Roja 14.06.2021ê Xalîd Şiwanî û Faris Îsa dê bên hin pirsan em ê ji wan bikin ku em bizanin çi hatiye kirin ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî bi giştî.”

Rojbeyanî li ser hilbijartinên pêşwext bibîr xist ku li Kerkûkê kes nikare Alayeke Kurdistanê jî rabike û got, “Edî dê çawa bi azadî rê ji bangeşeya hilbijartinê re bê dayîn? Divê berî hilbijartinê rewşa navçeyên Kurdistanî bê asayîkirin.”

Ciwan Rojbeyanî herwiha got, parêzgerê sepandî yê Kerkûkê destê wî di ereb kirina bajar de heye û derî ji hatina zêdetir a ereban bo bajar vekiriye û rê ji veguhestina nasnameyan bo wî bajarî dide û berpirsên kurd jî ji paye û erkên wan dûr dixe.