Amerîka: Divê berî dawiya salê hilbijartinên Kurdistanê bên kirin

21 May 2023 09:30 0 dîtin
Amerîka: Divê berî dawiya salê hilbijartinên Kurdistanê bên kirin

PeyamaKurd – Piştî vegera YNKê ya nav kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya bo çareserkirina pirsgirêkên navmala Kurdî, Balyoza Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski jî bang li aliyên Kurdistanê kir ku divê hilbijartinên parlamentoyê heta dawiya salê bêne kirin.

Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin pêk anî, daxwaz kir ku di dawiya îsal de hilbijartin bên kirin.

Alina Romanowski piştî hevdîtina ligel Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser Twitterê peyamek belav kir û got, ew pîrozbahî li Serokwezîr û cîgirê wî dike ku diyaloga serketî bûye û di nava Encûmena Wezîran de pêşketin çêbûne.

Dîplomata Amerîkî eşkere kir ku wan daxwaz ji Barzanî û Talebanî kiriye ku hevahengiya xwe di armancên sereke yên weke reforma di Wezareta Pêşmerge de, pabendbûna bi mafên mirovan û lidarxistina hilbijartinan beriya dawiya salê de bihêztir bikin.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski wiha got: “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin kir. Min dîyaloga serketî û pêşketinên di çarçeweya Encûmena Wezîran de pêk hatin, bilind nirxand û pîrozbahî li wan kir. Ez her du aliyan han didim ji bo xurtkirina hevahengiyê derbarê pêşîniyên hevbeş, çaksaziyên Pêşmerge, karê ji bo mafên mirovan û encamdana hilbijartinan berî dawiya sala 2023an bikin.”