Amerîka: Derzîya Koronavîrusê dibe ku berî sersalê amade be

27 June 2020 09:33 0 dîtin
Amerîka: Derzîya Koronavîrusê dibe ku berî sersalê amade be

PeyamaKurd - Lêkolînên li ser Koronavîrusa ku li her dere cîhanê belav bûye û gelek pêketiyên wê çêbûne, berdewam dike. Li Qesra Spî ya Amerîka, Wezîrê Saxlemî ya Amerîka Alex Azar, li ser rewşa dawî ya derzîya vîrusa Korona axivî.

Alex Azar da zanîn, li Amerîka ji 140 ceribandinan bêhtir klînîk çêbûne û wan bo sê ceribandinên nêzî derzîya vîrusa Korona bûne alîkarîyeke mezin dane.

Azar diyar kir, ew bawer dikin ku berî dawîya salê derzîya vîrusa Korona çêkin.
Wî herwiha got, Amerîka di têkoşîna li dijî vîrusa Korona de serketî ye û bi hezaran kes ji mirinê filitîne.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 2,5 mîlyon kes bi vîrusa Korona ketine û 124,964 kes bi wê can dane.