Serokwezîr: Ji rewsa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nîgeran im

25 February 2021 12:00 0 dîtin
Serokwezîr: Ji rewsa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nîgeran im

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û diyar kir, ew ji rewşa van demên dawî yên herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nîgeran e.

Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: ‘‘Ji ber hilbijartina paşerojê ya Iraqê, ji rewşa van demên dawî yên herêmên nakok nîgeran im.’’

Herwiha Serokwezîr Barzanî daye zanîn: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dixwaze rewşekê bibîne ku mafê dengdanê û hewla hilbijartinê parastî bin di hilbijartineke yeksan de.