Rewsa serokwezîrê Slovakya hê jî di xeterê de ye

18 May 2024 22:39 0 dîtin
Rewsa serokwezîrê Slovakya hê jî di xeterê de ye

PeyamaKurd – Wezîra tenduristiyê ya Slovakyayê Zuzana Dolinkova li ser rewşa serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico ragihand ku rewşa wî stabile û hêjî ciddiye. Ameliyata ku li nexweşxanê kirine bi serkeftin bi dawî bûye. Zuzana Dolinkova daxwuyaniya xwe li bajarê Banska Bystricayê li ber nexweşxana ku serokwezîr lê dimîne da û got:

“Rewşa serokwezîr Fico stabile lê ciddiyeta xwe diparêze. Do du seet di emeliyatê de ma, ciyên ku gule lê ketine ji wan deveran perçe girtine û emeliyat rewşa wî baştir kiriye.”

Wezîrê berevaniyê jî li ser rewşa serokwezîr ragihand ku nabe wî neqlî nexweşxaneyeka dinê bikin.