Serokwezîrê Slovakyayê Fico derket ber kamerayê û destekê da Victor Orban

06 July 2024 23:30 0 dîtin
Serokwezîrê Slovakyayê Fico derket ber kamerayê û destekê da Victor Orban

PeyamaKurd – Di meha Gulana borî de hinek hêz hewla kuştina serokwezîrê Slovakyayê kiribûn û wî giran birîndar kiribûn. Piştî wê rojê cara yekem derket pêşberê televizyonan û piştgiriyê da serokwezîrê Macaristanê Victor Orban ku Orban seredana Ûkraynayê û Moskovayê kiribû.

Di seredana Orban de lîderên Yekîtiya Ewrûpayê bertekî nîşanî Orban dabûn. Li ser mijarê serokê Slovakyayê Robert Fico piştgiriya Orban kir û got:

“Eger tenduristiya min baş bûya, ez ê jî bi Victor Orban re biçûma seredana Kievê û Moskovayê.”

Robert Fico, do êvarê di pîrozbahiya roja Aziz Kiril û Methodius de, li payîtext Bratislavayê li Kela Devinê, di bernama hat kirin de axifî. Fico got:

“Fikrên pêşdeçûnê û lîberal weke pençeşêrê belav dibin. Van fikran zerarê didin welat û ew fikir demkî ne û ji bo çend rojane. Ez naxwazin Slovakyayê weke karîkaturekî medeniyeta Rojava bibînim. Em milletekî serbilind in.”

Fico, di axaftina xwe de serokwezîrê Macaristanê parast û weha got:

“Ez ji serokwezîrê Macaristanê re heyranim ji ber ku qet tereddutê nekir û seredana Kievê û Moskovayê kir. Eger tenduristiya min baş bûya, ez ê jî bi Orban re biçûma Kiev û Moskovayê. Hevdîtinên ji bo aştiyê têra xwe nayên kirin.”