Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ji nexwesxaneyê derket
PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ku 7 roj in ji ber nexweşîya Covid-19 rakiribûn nexweşxaneya St Thomas a Londonê, îro bi başbûna tenduristiya wî re ew şandin mal.
Beriya ku Johnson ji nexweşxanê bê derxistin bi rêya Ofîsa Serokwezîrtiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku rewşa wî baş e û spasiya doktor û hemşîreyan kiribû.
Nivîsgeha Serokwezîriyê ragihandibû ku wê Johnson çend hefteyên din vehese û di demeke nêzîk de venagere ser karên xwe.
Serokwezîrê Brîtanyayê 5 Nîsanê bi giranbûna rewşa wî re rakiribûn nexweşxaneyê û tedawiya oksîjenê li nexweşxanê standibû.
Li Brîtanyayê heta niha nêzî 80 hezar kes bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine û ji wan 9 hezar û 875 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin