Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson sibe vedigere ser karê xwe

26 April 2020 20:23 0 dîtin
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson sibe vedigere ser karê xwe

PeyamaKurd – Wezîrê Hawîrê yê Brîtanyayê George Eustice, di civîna rojnamevanî ya derbarê rewşa koronayê li welatê xwe de, ragihand ku Serokwezîr Boris Johnson ku piştî tedawiya wî ya koronayê sibe vedigere ser karê xwe.

George Eustice li ser amarên dawî yên vîrusa koronayê jî ragihand ku di 24 demjimêrên borî de, 413 kesên din can dane û hejmara miriyan gihîştiye 20 hezar û 732 kesan.

Herwiha hejmara tûşbûyên Covid-19 jî 4 hezar û 463 kesên din zêde bûye û bi giştî bûye 152 hezar û 840 kes.

Eustice li ser nîqaşên sistkirin û rakirina tedbîran jî hişyariya zêdebûna metirsiya vîrusa koronayê da.

Hêjayî gotinê ye, li Brîtanyayê hejmara mirinên ji koronayê ji 10 Nîsanê (980 kes) ve hêdî hêdî kêm dibe.

Li gorî medya Brîtanî bi hezaran kes jî li malên xwe mirine û hejmara rastî tê texmînkirin ku ji 41 zêdetir e.