Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji ber nexwesîna Covid-19 rakirin nexwesxanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ku testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derketibû li mala xwe di karantînayê de bû, ji ber giranbûna rewşa tenduristiya wî rakirin nexweşxaneyê.
Berdevkê Serokwezîrtiyê ji BBCyê re ragihandiye ku bi sedema nîşaneyên semptomên Covid-19 ên berdewam Serokwezîr Boris Johnson bo nexweşxaneyê hatiye veguheztin.
Hat ragihandin ku li ser pêşniyaza doktorê Johnson ew rakirine nexweşxaneyê.
Johnson herwiha daxwaz ji gel kiriye ku li gorî rênimayan tevbigerin û pêşniyazên dûrbûna ji hevdu bicih bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin