Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îstifa kir

07 July 2022 16:09 0 dîtin
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îstifa kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, piştî karvekêşana endamên kabîneya wî û bangê opozîsyonê û partiya wî, îro 8ê Tîrmehê îstîfaya xwe ragihand.

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de îro Pêncşemê eşkere kir ku Johnson îstîfa kiriye.

Johnson di daxuyaniya îstifayê de dibêje, “Heta serokwezîrekî nû were, ez ê li ser erka xwe bim.”^

Medya Brîtanyayê di serî de BBC û Sky Newsê îro danê sibehê ragihandibûn ku wê Boris Johnson karvekêşana xwe bide.

Li gorî yasayên Brîtanyayê heta meha Cotmehê wê Boris Johnson li ser kar bimîne.