Nedîm Zehawî ji Boris Johnson xwest îstifa bike

07 July 2022 14:29 0 dîtin
Nedîm Zehawî ji Boris Johnson xwest îstifa bike

PeyamaKurd – Wezîrê Kurd ê Brîtanyayê Nedîm Zehawî ku du roj berê bûye Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, îro 7ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ji Serokwezîr Boris Johnson xwest îstifa xwe bide.

Zehawî li ser hesabê xwe yê Twitter ragihand: “Ji bo min, her dem Brîtanya girîng e. Dema ji min hat xwestin bibim şêwirmend, min ji bo dilsoziya bo welat kar wergirt, ne ji bo kesekî.”

Nedîm Zehawî herwiha daxwaz ji Boris Johnson kir ku ji bo wî û Partiya Parêzgaran û hemû welat, destê xwe ji kar vekişîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav du rojên dawî de gelek wezîr û berpirsên kabîneya Serokwezîr Boris Johnson dest ji kar kişandin û opozîsyon jî dixwaze Johnson îstifaya xwe bide.

Li gorî medya Brîtanyayê tê çaverêkirin, tevî ku doh di Kamaraya Avam de red kiribû jî wê Johnson îro karvekêşana xwe ragihîne.