Boris Johnson: Pistî ku Netanyahu çûyê, cîhaza guhdarîkirinê li tuwaleta min peyda bû

06 October 2024 16:30 0 dîtin
Boris Johnson: Pistî ku Netanyahu çûyê, cîhaza guhdarîkirinê li tuwaleta min peyda bû

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Johnson diyar kir ku piştî ku Netanyahu di sala 2017an de li Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê tuwaleta wî ya şexsî bi kar anî, wan di tuwaletê de amûreke guhdariya sîxuriyê dîtin.

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson got ku wan di tuwaleta wî de ya li Wezareta Derve ya Brîtanyayê amûreke guhdarkirina sîxuriyê dîtine, dema ku serokwezîrê Netanyahu, di sala 2017an de hatibû serdana wî û piştre çûbû tuwaleta wî bi kar anîbû.

Li gorî nûçeya rojnameya The Telegraphê, Johnsonê ku di sala 2017an de Wezîrê Karên Derve bû, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê re li ofîsa xwe ya li wezaretê, rê dabû Netanyahu ku tuwaletê bi kar bîne. Johnson diyar kir ku piştî ku Netanyahu  tuwaleta di “avahiya pêvekê ya veşartî” de bi kar anî, tîma ewlehiyê lêgerîn kir û amûreke guhdarkirinê dît.

Johnson pirtûka xwe ya bîranînan de ku 10ê Cotmehê dê were weşandin, li ser vê bûyerê weha gotiye: “Bibi (Netanyahu) demekê çû wir. Dibû ku ev tesaduf bûya an jî ne tesaduf bû. Lê paşê ji min re hat gotin ku dema ku tuwalet hatiye saxtîkirin, wan amûreke guhdarîkirina sîxuriyê dîtiye.”