Pistî li mala Netenyahu xistin, Netanyahu got: “Kes nikare ber li me bigre”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu piştî bi dronê li mala wî ya li bakûrê Îsraîlê xistin, bersiva êrîşê da û got ku ti kes nikare ber li rêya Îsraîlê bigre, tehdîd nikarin wan rêya wan bigrin û heya serkeftinê wê şerê xwe dewam bikin.
Ber destê siba îro an ku 19.10.2024an de, bi balafirên bêmirov êrîşê ser mala Netenyahu ya li bakûrê Îsraîlê kiribûn. Netenyahu peyama xwe bi dîmen da û pesnê xwe ya ji bo kuştina serokê Hamasê Yahya Sinwar da û got:
“Em ê bi Îranê û wekîlên wê yên li herêmê re şerê xwe dewam bikin û şer jî qezenc bikin. Kes nikare me rêya me bigre û heya em biser bikevin em ê şer bikin.”
Balafira bêmirov ya ku ji Lubnanê avêtibûn ser mala Netenyahu ya li bajarê Qayseryayê, li mala Netenyahu ketibû. Di dema êrîşê de Netenyahu û jina xwe li mal nebûn, kes nemiribû an birîndar nebûbû lê di derbarê êrîşê de hûrgilî nehatibû dayîn. Heya niha li ser mijarê deng ji Hîzbûllahê jî derneketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin