Netanyahu: "Divê Hizbullah ber bi Çemê Lîtanî ve were pasvexistin"

04 November 2024 11:32 0 dîtin
Netanyahu: "Divê Hizbullah ber bi Çemê Lîtanî ve were pasvexistin"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku divê Hizbullah ber bi çemê Lîtanî yê Lubnanê were paşvexistin. Çapemeniya Îsraîlê îdîa kir ku Îsraîl û Hîzbullah wê di nava 2 hefteyan de agirbestê pêk bînin.

Netanyahu diyar kir ku divê Hizbullah ber bi çemê Lîtanî yê Lubnanê were paşve xistin.

Çapemeniya Îsraîlê îdîa kir ku Îsraîl û Hîzbullah wê di nava 2 hefteyan de agirbestê pêk bînin.

Di dema ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê dewam dikin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku divê Hizbullah heta Çemê Lîtanî ya Lubnanê paşve bê kişandin.

Netanyahu di axavtina xwe ya li ser sînorê Lubnanê de got, "Bi lihevkirin an bêyî lihevkirin, mifteya vegerandina niştecihên me yên bakur bi aramî bo malên xwe ew e ku Hizbullah ji Lîtanî zêdetir bimîne, pêşî li ji nû veçekkirina wê were girtin û bi tundî bersivek tund bidin her kiryarek li dijî me."