Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi merasîmeke besdariya 30 kesan zewicî

30 May 2021 13:08 0 dîtin
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi merasîmeke besdariya 30 kesan zewicî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, bi destgirtiya xwe Carrie Symonds re li Dêra Westminster zewicî.

Li gorî ragihandina medya îngilîz Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnsonê 56 salî, bi destgirtiya xwe ya 33 salî Carrie Symonds re bi merasîme piçûk a 30 kesan beşdarî kir li Dêra Westminster zewicî ye.

Johnson û Symonds ji sala 2019an ve destgirtî bûn û kurekî wan ê bi navê Wilfred Lawrie Nicholas Johnson heye.

Johnson zewaca xwe ya berê sala 2018an bidawî anîbû û 4 zarokên wî ji hevjîna wî ya berê jî hene.