Serokwezîrê demkî Rewsa Awarte ragihand
PeyamaKurd – Serokwezîrê demkî yê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe, bi rêya nivîseke rojnameya fermî li seranserê welat Rewşa Awarte ragihand.
Ji ber bihayiya zêde ya sotemeniyê û rewşa xirab a aboriyê destpêka meha Tîrmehê xwepêşanderan bi ser mala Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa de û avahiyên dewletê de girtibûn.
Piştre jî Gotabaya reviyabû Sîngapûrê û bi rêya e-postayê 14ê Tîrmehê îstifaya xwe dabû.
Parlamentoya Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe wekî serokwezîrê demkî tayîn kir ku wî jî Rewşa Awarte li welat ragihand.
Hat diyarkirin ku rewşa awarte bi mebesta parastina giştî ya gelemperiyê û dabînkirina kelûpelan bo welatiyan û berdewama jiyanê hatiye wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin