Rewsa awarte li Perûyê hat ragihandin!
PeyamaKurd - Li welatê Amerîkaya Başûr Perûyê ji bo têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî rewşa awarte (OHAL) hat ragihandin.
Serokê demkî Jose Jeri, di axaftina xwe ya ji bo milet de bal kişand ser zêdebûna tundûtûjiyê ya vê dawiyê û got, "Rêjeya sûc bi awayekî nehevseng zêde bûye, bi hezaran malbatan êş kişandine û zerar daye aboriya welêt."
Jeri îdia kir ku ew ê aştî û aramiyê li welêt vegerînin, ragihand ku li paytext Lîma û bajarê bendera Callao ji bo 30 rojan rewşa awarte hat ragihandin, ku wê di saet 00:00 de bi dema herêmî bikeve meriyetê.
Li gorî biryara ku di rojnameya El Peruano de hat weşandin, hin mafên bingehîn, wekî neguhêrbariya malê, azadiya civînê û ewlehiya kesane, di dema rewşa awarte de tên rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin