Li Girava Santoriniyê rewsa awarte hate ragihandin
PeyamaKurd – Li Girava Santorinî ya Yunanistanê ya Deryaya Egeyê ku ji 28ê Çile ve li pey hev erdhej çêdibin, rewşa awarte hate ragihandin.
Rêveberiya Atînayê ji ber zêdebûna metirsiya erdhejan heta 1ê Adarê li Girava Santoriniyê rewşa awarte ragihand û tedbîrên xwe zêde kirin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha 11 hezar welatiyan terka giravê daye ku erdhej lê berdewam dikin.
Herî dawî li Deryaya Egeyê ku navenda wê girava Santorinî bû, 6 erdhejên bi ser tundiya 4 û 5 pileyan de rû dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin