Li Îzlandayê volqan teqiya: Rewsa awarte hate ragihandin

17 March 2024 22:26 0 dîtin
Li Îzlandayê volqan teqiya: Rewsa awarte hate ragihandin

PeyamaKurd - Li başûrê Îzlandayê, li peravên Deryaya Reykjanesê volkan teqiya.

Ji ber teqîna volqanê ya Reykjanesê ku ji meha Kanûnê ve cara çaremîne diteqe, li herêmê rewşa awarte hate ragihandin.

Di dema teqîna herî tund de herikîna alavên agir gihişte bajarê Grindavikê, lê ji ber ku bajar hatibû valakirin, ziyaneke canî pêk nehat.

Kesên ku li derdora Blue Lagoon ku yek ji cihên geştyarî yên herî populer ên Îzlandayê ye dijîn jî hatin derxistin.

Li gorî rayedarên berevaniya sivîl, teqîna alavên teqîna êvara Şemiyê di demjimêr 20:00ê êvarê de dest pê kir.

Hate ragihandin ku teqînê bandorê li frokexaneya sereke ya navneteweyî ya Îzlandayê li bakur-rojavayê welêt dikeve nekiriye.