Li New Meksico 'Rewsa Awarte' hate ragihandin
PeyamaKurd - Li parêzgeha New Meksico ya DYAyê ji ber şewata daristanan 'Rewşa Awarte' hate ragihandin.
Agirê ku duh, li derdora gundê Ruidoso yê parêzgeha New Meksco ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji du aliyan de derket, bi awayekî zûpir belav bû. Li herêmê ji ber şewata daristanan 'Rewşa Awarte' hate ragihandin.
Hate ragihandin ku ji ber şewatê 7 hezar û 800 şêniyên herêmê cihên xwe terikandin.
Parêzgarê New Meksico Michelle Lujan Grisham diyar kir ku ji bo gelê Ruidoso û deverên cîranên wê, wan 'Rewşa Awarte' ragihandiye û leşkerên Parastina Neteweyî yên li nêzîkî herêmê jî şandine devera agir.
Grisham diyar kir ku di şewatê de zêdeyî 500 avahiyan xesar dîtine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye û got: "Her du şewatan bi giştî zêdetirî 80 kîlometre çarçiq qada daristanê sotandiye. Ji ber şewatan elektrîka beşeke mezin a herêmê ji ber ewlehiyê hate qutkirin. Li bajarê Roswell ê 121 kîlometre dûrî herêmê, gelek navendên mayîna kesên ji cihên xwe bûne hatin avakirin."
Parêzgar di derbarê sedema şewatê de jî anî ziman ku heta niha sedem nehatiye diyarkirin, lê belê em guman dikin ku sedem mirov in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin