Ji ber êrîsên 'çeteyan' li hemû girtîgehan rewsa awarte hate ragihandin
PeyamaKurd - Li girtîgehên seranserê Kolombiyayê ji bo parastina ewlehiya girtiyan ji çeteyan rewşa awarte hate ragihandin.
Hikûmeta Kolombiyayê ragihandiye ku sedema ragihandina rewşa awarte ew e ku hewl didin ewlehiya girtiyan biparêzin, destdirêjî û gendeliyê li nav girtîgehan ji holê rakin.
Wezîrê Dadê yê Kolombiyayê Nestor Osuna, wê ji bo rêgirtina êrîşên çeteyan tawanan li girtîgehan “serdegirtin û lêgerînan” bikin û kesên tawanbar bişînin girtîgehên din.
Osuna diyar kiriye, rayedarekî payebilind ê Enstîtuya Girtîgeha Neteweyî Jesus Cardenas 10ê Sibatê li bajarokê Tulua ya li herêma îdarî ya Valle del Cauca rastî êrîşa du kesên çekdar hatiye û can daye.
Li gorî daxuyaniya wezîrê dadê ew êrîş ji aliyê çeteyên girêdayî girtîgehan ve hatiye kirin û di operasyona hêzên ewlehiyê de serçeteyê bi navê “La Inmaculada” û Mauricio Marin Sîlva bi nasnav “Nacho” hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin