Kurdistan | Encûmena Wezîran êrîsên Îranê bi tundî sermezar kir û hemû îdiayên Îranê red kir
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna xwe ya heftane ya îro 23yê Mijdarê de ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, “Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaz ji welatên cîran dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin. Divê Hikûmeta Federal, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî bi giştî helwesteke cidî nîşan bidin û sînorekê ji van binpêkirin û êrîşan re daynin û êdî nehêlin serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were binpêkirin. Di heman demê de Encûmena Wezîran teqezî li ser helwêsta neguhertî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rê nedaye û nahêle asayîşa welatên cîran bi rêya herêmê were têkbirin û hemû îdiayên di vê derbarê de red dike.”
Hat ragihandin, di beşa sereke ya civînê de gotûbêj li ser tundkirina rênima û lidûvçûn û lêpirsîna li pîver û rêkarên silametiyê û destûrên cîbicîkirina pîşeyan ji bo silametiya parastina jiyan û silametiya welatiyan hat kirin, ku mixabin ji ber karesata teqîna gazê li herdu bajarên Silêmanî û Duhokê, hejmarek kes bûn qurbanî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên herdu bûyeran kir û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest û bal kişand ser rola girîng a dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê, li herdu karesatan û bi taybetî pesnê qehremanî û canfedayiya rehmetî Raîd Elî Berwarî û polîsên hevkarên wî kir, ku ji bo hawarçûn û parastina welatiyan, canê xwe feda kir û bi rêz û pêzanînê ve, rola wan a ciwanmêrane bilind nirxand.
Serokwezîr Barzanî, herwiha tekezî li wê yekê kir ku divê dezgeh û aliyên pêwendîdar ên hikûmetê, demildest lêkolînê li ser sedemên bûyerên wan karesatan bikin û hemû rêkarên pêwîst bigrin ber xwe ji bo rêgirtin û dubarenebûna wan û texsîrê nekin di hawarçûn û rizgarkirina can û silametiya welatiyan bi giştî di hemû cûre karesatên sirûştî de.
Di civînê de Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raporeke berfireh li ser encama lêkolîn û lidûvçûna herdu bûyerên Silêmanî û Duhokê pêşkêş kir ku tê de çendîn pêşniyar û raspardeyên pêwîst derbarê çareserkirina kêşeyên sîstema şovaj û LPG û pêkanîna rêkarên cidî û pêwîst ji bo tundkirina rênimayî û lêpirsîna li pîver û rêkarên silametî û destûrên cîbicîkirina pîşeyan û dabînkirina pêwîstiyên saziyên berevaniya şaristanî û şaredarî û tendirustiyê, bi taybetî dabînkirina pêwîstiyên rêveberiyên hevahengiya qeyranan JCC li parêzgeh û îdareyên serbixwe tê de bû, da ku beşdariya aktîf bikin di hawarçûna dema her cûre bûyerên mezin û karesatên sirûştî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin