Hamasê li Qudsê dest bi êrîsên mosekî kir: Artêsa Îsraîlê "hisrariya rewsa ser " îlan kir
PeyamaKurd – Li Îsraîlê piştî ku Hamasê li Qudsê dest bi êrîşên moşekî kir, artêşa Îsraîlê "hişrariya rewşa şer " îlan kir.
Li gor Fermandarê baskê çekdarî yê Hamasê Lîwaya Îzzeddîn el-Qassam Mihemed Ed-Deyf diyar kir, wan di qonaxa yekem a “Tofana Eqsayê” de 5 hezar moşek û hawan avêtine Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê Piştî êrîşên ji Xezeyê yên li ser Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir:
“Em rewşa şer a hişyariyê îlan dikin
Di saetên dawî de ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve êrîşên bi roketan ên mezin dest pê kirin.
Terorîst ji çend xalên cuda derbasî nav axa Îsraîlê bûn.
Em talîmat didin gelê xwe yên li herêmên nêzî sînor ku nêzî herêmên parastinê bibin.”
Herwiha di daxuyaniyeke din a nivîskî ya berdevkê artêşa Îsraîlê de hat eşkerekirin, Hamasê, moşek avêtin û derbasî nav Îsraîlê bûyîn jî di nav de, dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku tê de.
Artêşa Îsraîlê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku li gorî talîmatan tevbigerin.
Fermandarê baskê çekdarî yê Hemasê Lîwaya Îzzeddîn el-Qassam Mihemed Ed-Deyf jî eşkere kir, wan di qonaxa yekem a “Tofana Eqsayê” de 5 hezar mûşek û hawan avêtine Îsraîlê.
Deyf got, gelê Filistînê dîsa şoreş kir û li projeya avakirina dewletekê vegeriyaye û wiha got:
“Me biryar da ku li dijî binpêkirinên Îsraîlê xetek bikişînin û me li dijî Îsraîlê operasyona Tofana Eqsayê da destpêkirin.”
Herî dawî Deyf destnîşan kir, kordînasyona ewlehiyê ya bi Îsraîlê ra qediyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin