Midîriyeta Parastina Sivîl a Filistînê: 57 kesan bi êrîsên Îsraîlê canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Filistînê , Mehmûd Basal der barê êrîşên Îsraîlê yên bi ser herêmên cuda yên Xezeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gor daxuyaniyê, di 6 êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê yên bi ser bakurê Xezeyê de 15 filistîniyan canê xwe ji dest da. Di 2 êrîşên din ên bi ser herêmên din ên Xezeyê de jî 2 kesan canê xwe ji dest da. Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên bi ser Deyr-el Belahê ya li naverasta Xezeyê jî 29 filistîniyan canê xwe ji dest da.
Di van êrîşên Îsraîlê de gelek kes birîndar bûn. Li bajarê Refahê yê li başûrê Xezeyê cesedê 11 kesan hat dîtin ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin