Patel: Emê ji bo parastina sivîl û karmendan gavên guncav bavêjin
PeyamaKurd - Cîgirê Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Vedant Patel, li ser êrîşên berdewam ên Îranê û komên girêdayî wê li ser Hewlêrê û baregehên Amerîka yên li Iraqê axivî.
Patel di civîna rojnamevanî de, bersiva pirsên li ser mijarê da û got, “Parastina sivîl û karmendên Amerîkayê mijareke girîng e û em dê gavên guncav ji bo lêpirsîna wan kesayetên xirabkar bavêjin.”
Cîgirê Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Vedant Patel wiha axivî: “Me taktîkên xapînok ên rejîma Îranê û komên nêzîkî wê analîz nekiriye lê careke din em di wê baweriyê de ne ku divê rêz li serweriya welatekî wek Iraqê bê girtin û parastina sivîl û karmendên Amerîkayê xaleke girîng e. Em dê ji bo lêpirsîna van kesayetên xirabkar gavên guncav bavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin