Blînken : Di navbera niyeta parastina sivîlan a Îsraîlê û rûdanên li qadê de cudahî hene
PeyamaKurd - Serokwezîrê Amerîkayê Antony Blînken ragihand ku "Li Xezzeyê niyeta parastina sivîlan a Îsraîlê û encamên ku li qadê didin jihev cûda ne." û balê kişand ku divê Îsraîl sivîlan parastî tevbigere.
Antony Blînken û Serokwezîrê Îngîltereyê Davîd Cameron piştî hevdîtina ku li Washîngtonê kirin, daxuyaniyeke hevpar dan.
Blînken balê kişand ku Îsraîl ji hefteyekî zêdetir e li başûrê Xezzeyê '"kampanya" dimeşîne û divê zêdetir li parastina sivîlan agahdar be û hewlan bide da ku alîkarî zêdetir bên veguhastin.
Blînken da zanîn ku divê girîngî ji bo herêmên ewle û başkirina pêwendîdanînê bê dayîn û divê mirovên li wê derê bi awayekî bizanibin ku diçin ku derê.
Blînken dîsa daxuyand ku pêwendiyên wan bi Îsraîlê re di asta bilind de berdewam dike û got : "Li Xezzeyê di navbera niyeta parastina sivîlan a Îsraîlê û rûdanên li qadê de cudahî hene."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin