Rêvebiriya emniyeta Îranê û Rûsyayê di navbera xwe de peymanekî hevkariyê îmze kirin

28 June 2023 21:45 0 dîtin
Rêvebiriya emniyeta Îranê û Rûsyayê di navbera xwe de peymanekî hevkariyê îmze kirin

PeyamaKurd – Asayîşa emniyeta Îranê û parastvanên netewî yên Rûsyayê di navbera xwe de ji bo demekî dirêj peymanê îmze kirin. Peyman di navbera serokê rêxistina emniyeta Îranê yê giştî Ahmed Riza Radan û serokê paratsvanên netewî yê Rûsyayê Viktor Zolotov hat îmze kirin. Her dû teref ji bo di ewlehiyê û hevkariya asayîşê de têkiliyên xwe xwurt bikim, piştî danûsitendinan peymanê îmze kirin. Hem Radan bi serokê konseya ewlehiya Rûsyayê bi Nikolay Patruşev re jî di mijarê de hevdîtinekî kir.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; serokê emniyeta Îranê yê giştî li ser daweta Viktor Zolotov çûye Rûsyayê û li Moskovayê û bi Zolotov re hevdîtin kiriye.