Aûstîn : Parastina sivîlan misogeriya stratejîk û ehlaqî ye

03 December 2023 20:52 0 dîtin
Aûstîn : Parastina sivîlan misogeriya stratejîk û ehlaqî ye

PeyamaKurd -  Wezîrê Bergiriyê yê Amerikayê Lloyd Austîn ragihand ku "parastina sivîlan misogeriya ehlaqî û stratejîk e." û hişyarî da Îsraîlê. 

Aûstin "Emê berdewam pêkutiyan li Îsraîlê bikin da ku parastina sivîlan û bi awayekî rêkûpêk berdewam gihiştina alîkariyên bê kirin. Beriya her tiştî, tişta rast a ku divê bê kirin jî ev tişt e. Lê belê ev di heman demê de jî stratejiyeke baş e."

Aûstin, da zanîn ku ew berdewam ji bo parastina sivîlan hişyariyan didin Îsraîlê û balê kişand ku Îsraîl bi parastina sivîlan dikare di şerê nav bajêrde jî bi ser bikeve.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê wiha got:  "Em dibînin ku navenda şerekî wiha zêdetir kesên sivîl in û heger ku hûn wan bişînin ber rehma dijminan, wê demê hûnê sitratejiya serkeftinê bi têkçûyînê re biguhêrin. Vê rastiyê jî min ji rayedarên ÎsraÎlê re gelek caran bi aşkereyî gotiye ku parastina sivîlan hem misogeriyeke ehlaqî û hem jî misogriyeke sitratejîk e"