'Armanca sereke parastina leskerên me û misogeriya hevpeymanên me ye'
PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî Mercedes Schlapp ji Fox Newsa Amerîkî re ragihand, li ser vekişîna ji Sûriyê helwesta Serok Trump neguheriye û armanca wan a sereke parastina leşkerên wan, ewlekarî û misogeriya hevpeymanên wan e.
Schlapp daxuyakirin ku vekişîn dê demeke dirêj bajo ji ber ku ew dixwazin ji ewlehiya leşkerên xwe bawer bin.
Berdevka Koşka Spî herwiha ragihand ku doh Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî pêkanîne û tê de rijdbûna tunekirina DAIŞê hatiye ziman û got, di pêwendiya telefonê de, “Planên vekişîna bihêz û kordînekirî ya leşkerên Amerîkî’ hat axaftin.
Mercedes Schlapp got: “Serok di vê mijarê de (vekişîna ji sûriyê) nêzîkatiya xwe neguhertiye. Wekî ku dibêje, yekem armanc parastin û ewlehiya leşkerên me û hevpeymanên me ye.. Û ji ber vê sedemê jî dê plana operasyonel a vekişînê bîne rojevê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin