Stoltenberg: Leskerên NATOyê ji bo parastina astiyê li Kosovayê amade ne
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Welt am Sonntag a Almanyayê de diyar kir, rewşa Kosovayê bi fikar e. Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku ew ê nehêlin tundiya salên 1990î vegere û got, "Ez dixwazim vê yekê bi zelalî bibêjim, leşkerên NATOyê amade ne ku li Kosovayê aştiyê biparêzin." Stoltenberg daxwaz kir, Sirbîstan û Kosova vegerin diyaloga bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) û diyar kir ku ev yekane rêya pêkanîna aştiya mayînde ye.
Derbarê metirsiya Moskowê ya bikaranîna çekên navokî yên taktîkî di şerê Ukraynayê de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg gotarên navokî yên Rûsyayê bi tevahî bêberpirsiyarî dît, lê diyar kir ku metirsiya bikaranîna çekên navokî yên Rûsyayê kêm e. Stoltenberg, da zanîn ku Rûsya dizane ku şerê nukleerî ti carî bi ser nakeve û nabe ku dest pê bike û wiha got: "Helbet em xebatên Rûsyayê ji nêz ve dişopînin. NATO îtîfaqa nukleerî ye û 75 sal in ji bo pêşîgirtina nukleerî dixebitin." Stoltenberg diyar kir, tê payîn ku Rûsya di mehên zivistanê de zêdetir êrîşan li ser şebekeya enerjiyê ya Ukraynayê bike û wiha nirxand: "Ji bo rizgarkirina jiyana Ukrayniyan parastina hewayî pir girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin