Fransa û Yunanistanê ji bo parastina stratejîk li hev kir û kestî tên sandin
PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo ku li dijî Tirkiyê piştgiriyê bide Yunanistanê soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Behra Spî da.
Rojnameya The Guardian a Brîtanî peymana di navbera Fransa û Yunanistanê de eşkere kir û da xuyakirin, li dijî polîtîkayên Tirkiyê yên dagirkeriyê, welatên Ewropa tifaqên nû ava dikin.
Li gorî rapora rojnameya The Guardian a Brîtanyayê, serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis biryara Fransayê ya şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Behra Spî bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û ev yek wekî “mîsogerkirina aştiyê” bi nav kiriye.
Piştî ku hevdîtin bi serokê Fransayê Emmanuel Macron, Mitsotakis ji rojnamevanan re gotibû, tekane rê ji bo bidawîkirina şerê li rojhilatê Behra Spî, edaleta navdewletî ye.
Herwiha rojname diyar dike ku wê Yunanistan û Fransa ji bo parastina stratejîk siyaseteke nû bimeşînin.
Rojnameya The Guardian bi bîr xist ku serokê Fransayê Emmanuel Macron soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Behra Spî da ku piştgiriya Yunanistanê bike.
Macron herwiha Tirkiye bi binpêkirina peymanên Konferansa Berlînê ku ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê hatibû lidarxistin jî tawanbar kir.
Tê çaverêkirin piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yunanistanê re li Parîsê, wê hurgiliyên hevdîtinê di hefteyên pêş de diyar bikin.
Macron bi hevkarên xwe yên Ewropî re piştgiriya Yunanistanê û Qibrisê li dijî hewldanên Tirkiyê yên bo zêdekirina serweriya Behra Spî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin