Li 7 eyaletên Amerîka rewsa awarte hate, ji bo 60 milyon welatiyan hisyarî
PeyamaKurd – Bi sedema ku li seranserê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşbînîya barîna berfa zêde û firtoneyên tund tê kirin, ji bo rûbereke 60 milyon şênî dijîn û 7 eyaletan rewşa awarte hate ragihandin.
Beşa Keşnasiya Netewî ya Amerîkayê (NWS) bi daxuyaniyeke nivîskî, ji eyaleta Kansasê heta New Jerseyê ji bo rûbereke mezin hişyariya firtoneya zivistanê da. Bi qasî 60 milyon hemwelatîyên amerîkî hatin hişyarkirin ku li hember berfa zêde, firtoneya tund a leza wî bigihe 80 kîlomtran û qeşayê bi tedbîr bin.
Herwiha li gorî malpera şopandina geştên asmanî FlightAwareyê jî bi qasî 2 hezar 200 seferên balafiran asteng bûne û dereng ketine. Li eyaletên Kansas, Kentucky, Virginia, West Virginia, Arkansas, Missouri û New Jerseyê rewşa awarte hate ragihandin û ji bo Marylandê jî hişyariya amadebaşiyê hate dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin