Serokwezîr ferman da: Li karmend û xanenisînên 'herêmên bi nakok' erd tê dabeskirin

28 July 2024 18:30 0 dîtin
Serokwezîr ferman da: Li karmend û xanenisînên 'herêmên bi nakok' erd tê dabeskirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku di çarçoveya madeya 140 a Destûra Iraqê de erd li ser karmend û kesên teqawidbûyî yên herêmên bi nakok bêne dabeşkirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya maddeya 140ê ya destûra Iraqê ku qedera herêmên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê destnîşan dike de ferman da ku li karmend û xanenişînên ku xwediyê kartên zanyariyê ne, erd bê dabeşkirin.

Wezîr Ewnî diyar kir ku di vê çarçoveyê de wan nameyek ji hemû wezaret, dezgeh û saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandine da ku gavên pêwîst biavêjin û got: "Wê li devera herî nêzîk a niştecihbûnê zevî ji wan sûdmendan re bê veqetandin.

Li Iraqê piştî ku rejîma Beasê têk çû û Iraqa federal hate damezirandin, li gorî maddeya 140 a Destûra Iraqê, pêwîst bû li 'Herêmên bi nakok' an jî xaka Kurdistan a ku li derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye (Kerkûk, Selahedîn û deverên din.) referandûm bêne kirin û gelê van deveran diyar bikin ku ew ê beşdarî rêveberiya Herêma Kurdistanê yan jî rêveberiya navendî ya Iraqê bibin. Lê belê piştî gellek salan jî ti hikûmeteke navendî yên Iraqê, ew derfet amade nekirin ku li van deveran referandûm pêk bê.