Bi fermana Serokwezîr Sûka Qeyseriyê tê nûkirin

28 August 2024 14:45 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr Sûka Qeyseriyê tê nûkirin

PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw anî ziman ku şewata Sûka Qeyseriiyê ya Hewlêrê, dilê hemî Hewlêriyan hêşandiye û ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştrastiyê daye wî ku wê dukanên kedkarên Sûka Qeyseriyê bi zûtirîn demê de bê nûkirin.

 Xoşnaw ji K24ê re got: “Ji bo ku di siberojeke nêzîk de kedkar bikarin vegerin ser karê xwe, niha Sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê bi pênc milyar û 300 milyon dînaran tê nûkirin.”

Umêd Xoşnaw got: “Şewata Sûka Qeyseriyê dilê hemî Hewlêriyan hêşand. Ji ber vê yekê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrastiyê da min ku karê nûkirinê di zûtirîn demê de tê temamkirin.”

Navbirî amaje jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li van nêzîkan diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike.”

Li şeva 05.05.2024ê agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Parêzgerê Hewlêrê piştî wê rûdanê di ragehandinekê de eşkere kir ku, li dû dawî amar ji zêdetirî çar hezar dikanan, 227 dikan û heft embarên biçûk ên wê sûkê şewitîn û zirar gehişt wan.

Gojimê terxankirî ji bo nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê pênc milyar û 300 milyon dînar in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina kedkaran ew bi pereyê gilêşî, tabloyan û baca 50% ya sala 2023ê û 100% ya sala 2024ê efû kirine.