Alîkariya aborî ya ziyandarên Sûka Qeyseriyê hate belavkirin

08 September 2024 23:58 0 dîtin
Alîkariya aborî ya ziyandarên Sûka Qeyseriyê hate belavkirin

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, alîkariya aborî ya ziyandarên Sûka Qeyserî ya Hewlêrê hate belavkirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got: “Pêvajoıya nûkirina Sûka Qeyserî ya Hewlêrê bi awayekî pir baş xebat têne meşandin. Em hêvî dikin ku ev karûbar tafilê bidawî bibin da ku xwediyên dikanan zû vegerin karên xwe.”

Îşev li paytext Hewlêrê, bi merasîmeke ku Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Wezîra Herêma Kurdistanê ya Karûbarên Pêkhateyan Vala Ferîd û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsa Ehmed beşdar bûn, alîkariyên aborî yên ziyandarên Sûka Qeyseriyê li wan hatin belavkirin.

Di merasîmê de Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo aşkerekirina kiryarên şewitandina Sûka Qeyseriyê û alîkarîkirina kedkaran ji her aliyekî dilgermtir bûye û got: "Spas ji Xwedê re ku tawanbar hatine aşkerekirin, niha hatine desteserkirin û niha jî me dest bi belavkirina alîkarîkirina ziyandaran kirine.”

Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq jî di merasîmê de axivî û ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî xema hemû ziyandaran kêşaye û ji nêz ve karûbarên ziyandaran şopandiye.

Piştîwan Sadiq got: "Hemû aliyên pêwendîdar piştrast kirine ku ji bo pêvajoya çêkirin û nûkirina Sûka Qeyseriyê bileztir bidawî bibe hikûmet û bi taybetî Serokwezîr zêde hewl dane."