Amerîka ji bo xizmetên bingehîn 1.7 mîlyar dolar alîkariya aborî ji Ûkrayna re dike

12 July 2022 22:14 0 dîtin
Amerîka ji bo xizmetên bingehîn 1.7 mîlyar dolar alîkariya aborî ji Ûkrayna re dike

PeyamaKurd – Wezîra Xezînê ya Amerîkayê Janet Yellen ragihand ji bo xizmetên bingehîn yên Ûkraynayê wê desteka îlawe ji Ûkraynayê re bikin. Şerê Rûsya û Ûkraynayê li aliyekê dewam dike û li aliyê dinê ji bo alîkariya xizmetên bingehîn Yellen weha got:

“Alîkariya dawiyê ya aborî ji bo Ûkraynayê perçeyekî ji sozên Bidene ji ber ku demokrasiya Ûkraynayê ji êrîşên Rûsyayê yên bê sedem biparêze. Ev alîkarî ji bo hukumeta Ûkraynayê ye, ji bo xizmetên bingehîn ji xelkê xwe re bike.”

Ajansa Geşepêdanê ya navdewletî ya Amerîkayê  (USAID) bi nivîskî alîkariyê weha ragihand:

“Wezareta Xezînê ya Amerîkayê bi koordîne di rêya USAID ê de wê ji bo Ûkraynayê bêkirin û perçeyekî ji sozên Biden e ku daye Zelenskiy. Alîkariya bi miqdarê 1.7 mîlyar dolarî bi desteka her dû aliyên kongreyê çêbû.”

Ûkrayna her meh 5 mîlyar dolar deyndar dibe û ev alîkarî wê barê budça Ûkraynayê sivik bike û wê ev pere di weka mehaneyên xebatkarên tenduristiyê û operasyonên krîtîk de bê bikaranîn.

Seroka komisyona Awrûpayê Leyen jî ragihandibû ku wê ji paketa alîkariyê ya YA yê ya bi miqdarê 9 mîlyar Euroyê, wê perçê yekem ya bi miqdarê 1 mîlyar Euro di vê mehê de bigihê Ûkraynayê.