Fermana Serokwezîr a komkirina çekan tawanan kêm kir

10 April 2024 13:09 0 dîtin
Fermana Serokwezîr a komkirina çekan tawanan kêm kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya komkirina çekên neyasayî, li Herêma Kurdistanê rêjeya tawanan kêm bûye. 

Rêveberê Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Polêsê Herêma Kurdistanê Muqedem Karzan Emîr da zanîn ku fermana Serokwezîr ya ji bo komkirina çekan, bûye sedema kêmbûna tawanan.

Muqedem Karzan Emîr ragihand, tawanên meha Remezanê li gor mehên din kêmtir bûne; bûyerên wekî dizî, hêrişên çekdarî û kuştin bi gelemperî kêm bûne û dom kir: “Ev hemû jî ji ber wê yekê ye ku çavên hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê vekirî ne û her dem li ser erkê xwe ne.

Biryara Serokwezîr ya komkirina çekên neyasayî û desteserkirina çekên bêmolet, bandorek gring li ser kêmbûna tawanan kiriye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 21ê Tîrmeha 2022an de ji bo komkirina çekên neyasayî çend biryaran ragihandibû û diyar kiribû ku li parêzgeh û rêveberiyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê 12 navendên komkirina çekan hatine vekirin û divê welatiyên Herêma Kurdistanê çekên şer radest bikin.

Wezareta Navxwe ji bo tomarkirina çekên agirîn li rêveberiyên polêsan ên li parêzgehan, rêveberiyên serbixwe û rêbeveriyên polêsan ên navçeyan 40 navendên komkirina çekan vekirine.