Bi fermana Serokwezîr li Herêma Kurdistan bûhayê nan kêm bû
Peyama Kurd – Piştî zêdekirina bûhayê nan yê hin nanxaneyan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest avêtê û ferman da ku ji hefteya bê şûnve bûhayê nan kêm bibe û bibe 100 dînar.
Biryara Serokwezîr wê ji bo nanê normal û nanê semon jî derbazdar be.
Qeymeqamê paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê, ji destpêka hefteya bê ve nan û semon ku giraniya wan ne kêmtirî 90 gram be, wê bi 100 dînarî bêne firotin.
Nebez Ebdulhemîd da zanîn ku ev biryar, piştî hevşêwra Wezareta Bazirganî û Rêveberiya Çavdêriya Bazirganiyê, bi armanca berjewendiya giştî ya welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û ji hefteya bê şûnve wê her nanxaneye û semonxane li gorî vê biryarê tevbigerin. Ebdulhemîd destnîşan kir ku nanxane û semonxaneyên ku li gor vê biryarê tevnegerin, wê bi karînên yasayî re rûbirû bimînin û wê bêne girtin.
Qeymeqamê Hewlêrê da zanîn ku berê nan û semon bi 100 dînarî dihatin firotin, lê piştre ji ber bihabûna ard û zeytê, nirxê nan bê pîvan hatibû zêdekirin.
Qeymeqam Nebez Ebdulhemîd got: “Em mafê xwediyên nanxane û semoxaneyan jî radest dikin û teqez dikin ku em ê berjewendiyên wan jî biparêzin. Ji bo mafê wan radest bibe jî çend biryar hatine dayîn. Ji wan biryaran yek jê, ji bo wan kêmkirina ji sedî 50 kirêya elektrîkê û pişgirîkirina ard ku wê ard bi nirxekî erzantir ji aşê Hewlêrê bikirin. Her wiha wê gaza şil jî ji bo wan bi bihayekî erzan bê dayîn.”
Nebez Ebdulhemîd diyar kir ku ev biryar di 7ê Kanûna sala çûyî de, ji aliyê Serokatiya Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirine û ji bo hemû parêzgeh û rêveberîyên xweser agahdar bikin, ji Wezareta Navxwe re hatiye şandin.
Qeymeqam Nebez Ebdulhemîd her wiha da zanîn ku ji bo bê bi cihkirin, wê biryar ji Wezareta Bazirganiyê re jî bê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin