Rojbeyanî: Rewsa navçeyên Kurdistanî ji bo hilbijartinê ne guncaw e

14 June 2021 16:36 0 dîtin
Rojbeyanî: Rewsa navçeyên Kurdistanî ji bo hilbijartinê ne guncaw e

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand ku rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê ne guncaw e.

Rojbeyanî da zanîn ku li navçeyên Kurdistanê mercên guncaw nînin û namzedên hilbijartinê jî nikarin bi awayekî azad xebat û bangeşiyên xwe bikin.

Li ser rêveberiyên xwecihî yên sepandî li Şingalê jî Rojbeyanî bibîr xist, “Ew eqlîyeta ku hildana Ala Kurdistanê rewa nabîne, wê çawa rê bide xebatên bangeşiya namzedan bo hilbijartinê? Pêwîste ew herêm bêne asayîkirin û rêkeftina Şingal were cîbicîkirin.”

Rojbeyan bal kişand ser ku di serî de rewşa Kerkûkê û Şingalê û hemû navçeyên Kurdistanê her diçe xirabtir dibe û hikûmeta Iraqê li hember vê rewşê ti gaveke berçav neavêtiye.