Rojbeyanî: Wê rêkeftina Singalê bibe destpêk ji bo çareserkirina rewsa navçeyên Kurdistanî
PeyamaKurd - Seroka lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, bi rêkeftina Şingalê re hemû ew hêzên ne rewa dê derkevin derveyî Şingalê û Şingal dê parastî be û rêkeftina Şingalê wê bibe bingehek ji bo rêkeftin li ser Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî bê kirin.
Rojbeyanî ji BasNewsê re gotiye: “Rêkeftina derbarê Şingalê û bicihanîna rêkeftinê gelekî girînge, bi taybet jî bi vekişîna PKKê re ji aliyê ewlehiyê ve dê Şingal ji wan hêzan dûr û parastî be.”
Rojbeyanî da zanîn ku pêbendbûne bi wê rêkeftina navbera herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye nîşandan û ev yek dê bibe bingehek ji bo rêkeftina li ser navçeyên Kurdistanê yên din wek asayîkirina rewşa Kerkûkê û deverên din.
Ciwan Rojbeyanî got, ew hêzên ne rewa ji niha û pê de giraniya xwe û mezinayî wan jî çende dê bizanin û dê piştrast bibin ku êdî cihê wan namîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin