Mesrûr Barzanî ferman da: Pêvajoya nahiya Teqteqê ku bibe navçe destpêkir

25 September 2024 23:40 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ferman da: Pêvajoya nahiya Teqteqê ku bibe navçe destpêkir

PeyamaKurd – Parêzgeha Erbîlê ragihand ku wê nahiya Teqteqê bibe navçe û bi fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêvajo destpêkir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 25 Êlûna 2024an de, roja Çarşemê li navça Koyê li dibistana Necibe Celi Zade, zengila sala 2024-2025an ya perwerdê lê xist. Barzanî di vê çarçovê de mizgîniyê da xelkê Teqteqê û got:

“Me biryarê da ku em statuya navçê bidin nahiya Teqteqê ku nahiyeyekî gelek qedîm yê Kurdistanê ye û dema bibe navçe, dê barê rêvebiriya navça Koyê sivik bike û wê taybetmendiyên din yên zêde bigihîne Teqteqê.”