Ji goreke komî ya DAISê 51 term hatin derxistin

04 May 2020 21:00 0 dîtin
Ji goreke komî ya DAISê 51 term hatin derxistin

PeyamaKurd - Li bajarê Reqa yê Sûriyê ji gora komî ya Til Zêdanê ku dikeve gundewarên rojhilatê Reqayê termên 51 kesên DAIŞê ew bi komî avêtibûn ser hev hatin derxistin.

Ew gora komî ya li Til Zêdana li gundewarê rojhilatê Reqayê dikeve navbera gundên Reqa El-Semra û Hemratê ku li gorî Rêveberiya Tîma Destwerdanên Destpêkê ya Rêveberiya Xweser zêdetirî 200 termên din hîn tê de hene.

Hat ragihandin ku gora Til Zêdanê goreke komî ye û DAIŞê cenaze li ser hev bi komî binax kirine.

Li gorî tîma Rêveberiya Xweser termên ji wê gorê hatine derxistin temenê wan di navbera 25 heta 35 saliyê de ne û piraniya wan jî sivîlên ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin in.

Ji gora Til Zêdanê rojane bi qasî 3 term di encama xebatan de têne derxistin ku tê gotin, zêdetirî 200 kes di wê gorê de hatine definkirin.