Li Soranê mayîna rejîma Beas bi kesekî de teqîya û can da
PeyamaKurd - Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, welatiyekî 67 salî ku ji bo giyayên biharê biçine çûbû çiyê mayîna serdema rejîma Beas pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevkê Parastina Sivîlan a Soranê Raîd Rewend Mexdîd gotiye, "Bûyer îro li Çiyayê Roleyê çêbûye, ew herêma ku mayîn lê teqiyaye herêmeke mayînkirî ya kevn e."
Mexdîd da zanîn, "Li gorî agahiyên destpêkê, ew hemwelatî ji bo komkirina giyayên biharê berê xwe dabû Çiyayê Rolê."
Tîmên Parastina Sivîlan ji bo anîna termê Mihemed Hesen çûne cihê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin