'Rejîma Beas hewl daye ku sûîqestê li Daniel Mitterand bike’
PeyamaKurd – Derket holê ku rejîma Beas a Iraqê ya berê, bi sedema ku Serokomarê Fransayê yê wê demê François Mitterand di mijara kîmyabarana Helebceyê de, piştgiriya kurdan kiriye, hewla kuştina hevjîna wî Daniel Mitterand hatiye kirin.
Berpirsê Saziya Îstixbarata heyama Sedam Hûseyîn ê maseya Amerîkayê, Salim el-Cumeylî, agahiyên berfireh dane rojnameya Şarkul Ewsedê ku diyar kiriye, ji ber piştevaniya Kurdan di dema komkujiya Helebceyê de, rejîma Beas xwestiye bi sûîqestekê Daniel Mitteran a dosta kurdan bikuje.
Cumeylî gotiye, di meha Tîrmeha 1992yan de, dema ku Daniel Mitterand xwestiye biçe serdana monomenta şehîdên Helebceyê bombe li ser rêya wê hatiye danîn, lê ew hewldana kuştinê bi ser neketiye.
Cumeylî da zanîn ku bombe li kêleka wesayîta Mitterand teqiyaye û ji êrîşê rizgar bûye.
Herwiha El-Cumeylî daye xuyakirin ku di sala 1993yan de jî ji bo kuştina serokê Amerîka George H. W. Bush amadekarî hatiye kirin û hurgiliyên wê belav kirine.
Cumeylî di hevpeyvînê de, hejmarek kiryar û sirên Sedam Hûseyîn jî eşkere kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin