Li Libya hewldana sûîqestê: Wezîr birîndar bûn

12 February 2025 17:37 0 dîtin
Li Libya hewldana sûîqestê: Wezîr birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Libyayê Wezîrê ji Karûbarên Kabîneyê Berpirs Adel Juma, rastî hewldana sûîqestê hat.

Hate ragihandin ku otomobîla wezîr Adel Juma li Trablûsê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û Juma di encamê de birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê otomobîla Juma dema li ser rê dimeşiya rastî êrîşê hatiye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Derbarê rewşa tenduristiya wî û êrîşkaran de agahî nehatin dayîn.