Rêber Ehmed: Fermana serokwezîre; eger pêwist be em ê birîndaran bisînin derveyê welat

19 November 2022 02:16 0 dîtin
Rêber Ehmed: Fermana serokwezîre; eger pêwist be em ê birîndaran bisînin derveyê welat

PeyamaKurd – Li ser fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî, wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed çû Silêmaniyê, ciyê teqîna do ku di teqîna LPG ê de 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Rêber Ahmed got ku pêwist be, bi fermana Barzanî wê birîndaran karibin bişînin derveyê welat ji bo dermankirinê. Rêber Ahmed her weha sipasiya wan tîmên di vemirandina agir û rizgarkirina birîndaran û yên di bin enqazan de, ji bo rizgarkirina wan cîh sitendine û xebitîne, kir. Rêber Ahmed weha got:

“Serokwezîr sipasiya wan kesên ku mirovan ji bin enqazan derxistine û her kesên ku keda wan tê de heye, dike. Em bi we serbilind bûn. Di wezareta karên hundir de çi pêwist be dê bêkirin. Em sipasiya temamê xelkê Silêmaniyê, sipasiya tîmên tenduristiyê, şaredarên ku bi polîs re hevkarî kirine, sipasiya asayîşê û wezaretan dikin ku karên gelek baş kirine. Em bi we serbilindin.”

Rêber Ahmed, li ser navê serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Silêmaniyê ji ber do 15 kes di teqîna LPG ê de wefat kiribûn û 12 kes jî birîndar bûbûn.