Serokwezîr rastî êrîseke sûîqestê hat: Rakirin nexwesxanê

15 May 2024 18:19 0 dîtin
Serokwezîr rastî êrîseke sûîqestê hat: Rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico rastî êrîşeke çekdarî ya sûîqestê hatiye û di encamê de birîndar bûye.

Ajansa nûçeyan a TASRê ragihandiye, Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico piştî civîneke hikûmeta di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bûye.

Ajansa TA3 jî daye xuyakirin ku 4 gule li Serokwezîrê Slovakyayê hatine reşandin û guleyek li zikê wî ketiye. Hate diyarkirin ku Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî xedar e.

Reutersê jî piştî bûyerê bi zarê şahidan ragihandiye ku dengê guleyan hatiye bihîstin û kesek ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Serokomarê Slovakyayê êrîşa hovane ya li ser Fico şermezar kir û jê re silametî xwest.