'Wê komên milîs ên Iraqê di demeke nêzîk de rastî êrîseke mezin bên'
PeyamaKurd – Komên milîs ên Iraqê yên bi navê ‘Berxwedana Îslamî’ ku bi ser Îranê ve ne, gefên êrîşkirina Îsraîlê berdewam dikin. Li beramber vê jî tê gotin ku di demeke nêzîk de wê êrîşeke berfireh li ser komên milîsên Iraqê bê kirin.
Li gorî nûçeya Şerqul Ewsetê, çavkaniyên siyasî diyar kirine, êdî êrîşa ser komên Iraqê bûye neçariyek, lê bêyî ku navê Îsraîl û Amerîkayê bê dayîn, alîyê ku êrîşê pêk bîne nehat eşkerekirin.
Li gorî medya Îsraîlê jî artêşa Îsraîlê plana êrîşeke berfireh û mezin li ser komên milîs ên Iraqê dike ku ew nûçe jî piştî zêdebûna êrîşên wan koman hate belavkirin.
Hin çavkanî jî dibêjin, sedema ku komên Iraqê çalakiyên xwe di demên dawî de zêde kirine, plana Serokê Amerîka Joe Biden a bidawîkirina şerê Xezeyê ye û ew komên Îranê bi nîyet in, rê li ber wê plana dtu dewletî û formula siyasî bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin